Wextek di bin,

Sîya êvarê de,

Min dil hebû di ber çav de,

Derbas bikim nivîsa,

Xwe ya Arîsto û Hizrên,

Wî Yên Li Ser Dostanîyê,

Min çav avêt metnê û,

Barebarek rijîya ji devê,

Jinekê ji qata jorîn,

Û di pey de dest pê kir,

Girîna dilşewat a piteyekê,

Bibore min got ê ji hûndirê xwe re,

Û lêborînê xwest ji feylesofê gewre,

Û dest avêt vê nexşenivîsê.

Min bêtir fêm kir ku,

Heke tirş bûbe hevîrê hestên jinekê,

Û nedîbe tenûrek ku girikên ji dilê xwe,

Lê bide hawar e wext êdî li wê derê,

Ji ber nedîtina çareyekê/bersivekê...

Hekîm MERETOYAR